Stockholms tingsrätt
 

Daxuyanîya çapemenîyê: Mehkûmkirin di doza cenosîdê de, tawan li dijî merovayetîyê, û sûckarîyê giran ê şerî.

Mål: B 3210-23
DOZ: B3210-23. Ev doza di derbarê destdirêjîyên Dewleta Îslamî li dijî şênîyê êzdî de ne, ewên ku bi awayekî hevseng di tebaxa sala 2014 de êrîş birin ser gundên êzdîyan li herêma Şingalê li bakurê Îraqê. Ji wan kiryarên ku li ser destê Dewleta Îslamî, şênîyê êzdî tûş bûn, kuştin, sitemkarîyên mezin, êşkence, koledarî, girtin û zordarîyê. Kiryar berfireh bûn û zordarîyeke sîstematîk bû li dijî şênîyê êzdî yê sivîl. Mebesta kiryaran ew bû ku tevahîya civaka êzdî yanjî beşekî jê, ji kokê hilkişînin û qirr bikin. Li gor nirxandina Dadgeha destpêkî, bizava Dewleta Îslamî bi wan êrîşan û destdirêjîyên din li dijî şênîyê êzdî dikare were hejmartin weke cînosîd û tawan li dijî mirovayetîyê û sûckarîya dijwar di şerî de.

Tawanbarkerên vê dozê neh jin û zaro ne,  ji girûpa neteweyî ya êzdî ne. Di dema ku van tawanan rû dayî de şeş kes ji Tawanbarkeran zaro bûn, yek ji wan nûbûyî bû.

Tevahîya tawanbarkeran di êrîşa Dewleta Îslamî ya ser gundên êzdîyan de hatine girtin, ewjî piştî ku xizmê wan yên mêr hatin kuştin. Piştre tawanbarker li gel hejmareke gelekî mezin ji jin û zaroyên êzdî, tûşî koledarîyê û bindestîya Dewleta Îslamî bûn, û hatin veguhaztin bo girtîgehên mezin li Îraq û li Sûryayê. Li ser destê mêrên Dewlata Îslamî tawanbarker tûşî cureyên lêdan û nearamkirinê  bûn, herweha di rewşeke dijwar de, bi belengazî, bê xwarin û bê ava pak jîyana xwe bi rê ve birin. Hatin neçarkirin ku karê nav malê bikin, û herin ser ola îslamê. Ji hêla mêrên Dewleta Îslamî ve, bi awayekî sîstematîk, jin tûşî destdirêjîyên cinsî bûn, û sê zaro ji dayên xwe hatin veqetandin. Li ser destê mêrên Dewleta Îslamî tawanbarker tûşî bazirganîya koleyan bûn bi rengekî ku mêrên Dewleta Îslamî ew dewrî ser hev dikirin.

Piştî derdora pênc mehan ji girtin û koledarîyê li ba endamên Dewleta Îslamî yên cuda, tawanbarker gihiştin mala vê jina nuha mehkûmkirî. Bi şêweyekî sereke, nêzîka pênc mehan, vê jinê tawanbarker li ba xwe girtî hiştin, û bi wan re reftar dikir weke ku milkê wê ne û kole ne. Desthilata wê li ser tawabarkeran bi temamî bû, û heman demê ew tûşî gelek rengên destdirêjîyê dikirin.

Ji tiştên ku wê kirin:

- Tawanbarker neçar kirin bibin misilman, ew neçarî xwendina li ser îslamê kirin, neçar kirin bi dengê bilind Quranê bixwînin û rojê çar-pênc caran nimêjê bikin

- Ew neçar kirin ku cilê bi naveroka olî, weke Hijabê yanjî Nîqabê li xwe kin,

- Axavtina bi kurmancî û jîyana li gorî çand û ola êzdî  li wan qedexe kir,

- Aramîtêkdan û lêdan li hinek tawanbarkeran dikir, navê kirêt, weke’kafir’ yanjî ‘kole’  li hemî tawabarkeran dikir,

- Filmên propaganda nîşanî wan didan, di wan filman de dîyar dibû ku çawa mêrên endamê Dewleta Îslamî mêrê êzdî dikujin û heman demê digot dê Dewleta Îslamî hemû kafiran bikuje,

- Bi awayekî xurt tevgera wan di nav malê de sînordar dikir,

- Weke koleyan ew neçarî karê nav malê dikirin,

- Xwarin û pêdivîyên wan bi sînor dikir,

- Beşdarî wênegirtina tawanbarkeran dibû, berî ku wan dewrî ser kesekî din bikin,

- Di pêvajoya dewrkirina hinek tawanbarkeran bo kesên din yên endamê Dewleta Îslamî de hevkarî dikir.

Vê jinê, bi van kiryaran, kesên tawanbarker li ba xwe girtî och kole hiştin. Ew girtin û koledarî ya ku bi êrîşa Dewleta Îslamî re di tebaxa 2014an de dest pê kiribû. Ji ber ku destê wê di nav dewrkirina tawanbarkeran de hebû, lewma jî di ber berdewamîya girtin û koledarîya tawanbarkeran de, ew berpirsîyar e. Piştî çend mehan ji derketina tawanbarkeran ji mala wê jinê, hinek tawanbarker bi rêya qaçaxçîyan hatin rizgarkirin. Di nav zaroyan de, sisê di jîyê dibistanê de bûn, hinek ji wan piştî sê salan û hinekên din jî  piştî heft salan hatin rizgarkirin. Jineke ciwan di nav wan de ta nuha  jî nehatîye dîtin.

Dadgeha destpêkî, di hukmê xwe de balê dikêşe ser wê yekê ku, sîstema koledarîyê ya berfireh ku Dewleta Îslamî li dijî şênîyê êzdî bi kar anîbû, yek ji beşên herî girîng bû di pêvajoya pêkanîna wê cînosîdê, û wan twananên din yên li dijî mirovayetîyê ku bi serê şênîyê êzdî de anîn.

Ji bo pêkanîna koledarîya cinsî û karê bizorê, û bizorê guhertina olê, divîyabû ku jin û zaroyê êzdî bikevin bin nîrê koledarîyê. Herweha koledarî merc bû ji bo veqetandina zaroyan ji dêûbavan û dewrkirina wan ji dêûbavan û ji gelê wan. Bi heman awayî, girtin û koledarî ya li dijî tawanbarkeran yek e ji wan sedemên tawanbarîya vê jina nuha mehkûmkirî ne.

Li gor bawerîya dadgeha destpêkî, va jina bi amanca qirrkirinê ya Dewleta Îslamî re hembawer bû, û kiryarên wê beşek bû ji gelek kiryarên din yên hevwate, ewên avakirî li ser hîmê stratejî û îdeolojîya Dewleta Îslamî. Bi van kiryaran êzdî weke grûpeke neteweyî ketin bin gefa man û nemanê. Herweha, ev kiryarna beşek bûn ji qalibekî nimûneyên kiryarên Dewleta Îslamî û hevalbendên wê li dijî şênîyê sivîl yê êzdî, ew kiryarên ku pêkve dibine destdirêjîyeke berfireh û sîstematîk li dijî sivilan. Herweha di navbera van kiryaran û nakokîyên çekdarî yên wê demê li Sûryayê de, girêdaneke nêzik hebû.

Li gor dadgeha destpêkî giranîya cezaya van tawanan 16 sal heps e. Ev tawankarî ne tenê rûmet şikandina herî dijwar a jîyan û xusûsîyeta her takekesekî bi serê xwe ye, lê herweha rûmet şikandina însanîyetê û nirxên bingehî yên mirovî ye. Gava ku kesek, kesekî din dike milkê xwe, eve bi serê xwe binpêkirineke pir mezin ya xusûsîyeta wî kesî ye, ji ber ku tu bi vî awayî nirxê mirovayetîyê yê wî kesî jê distînî.

Li ba vê jinê îdeolojîya qirrkirinê jî weke amanc xurt bû. Vê tawankarîyê nêzikî pênc mehan berdewam kiribû.

Pirsgirêk bi giştî di derbarê neh tawanbarkeran de bû, heft ji wan zaro bûn, li ser destê vê jina mehkûmkirî tûşî kiryarên kirêt bûn, û bandora wan kiryaran dê li ser tevahîya jîyana wan bimîne. Ji ber ku berê cezayek li wê hatîye birrîn û pêwîste berçav bihête girtin, lewma jî dadgeha destpêkî biryar da ku cezayê wê bibe12 sal heps.

Maf hate dayîn ku her yek ji tawanbarkeran 150 000 kironê swêdî weke tazmînat wergire.